Ji Tirkiye, Pakistan û Malezyayê televîzyona li dijî Îslamofobiyê

Îmran Xanê Serokwezîrê Pakistanê diyar kir ku Tirkiye, Pakistan û Malezyayê biryar dan ku ji bo li dijî astengên Îslamofobiyê derxistin holê têkoşînê bidin televizyoneke Îngilîzî ya hevpar vekin

Ji Tirkiye, Pakistan û Malezyayê televîzyona li dijî Îslamofobiyê

Îmran Xanê Serokwezîrê Pakistanê diyar kir ku Tirkiye, Pakistan û Malezyayê biryar dan ku ji bo li dijî astengên Îslamofobiyê derxistin holê têkoşînê bidin televizyoneke Îngilîzî ya hevpar vekin.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Mahathîr Mihemedê Serokwezîrê Malezyayê û Xanê Serokwezîrê Pakistanê li New Yorkê civîna sêalî kirin. Hersê serok di çarçoveya Lijneya Giştî ya 74an a Neteweyên Yekbûyî da li New Yorkê ne.

Xan di hesabê xwe yê medyaya civakî da li ser civînê got, "Min, Serokomar Erdogan û Serokwezîr Mahathîr me îro civîna sêalî kir. Me di civînê da biryar da ku ji bo li dijî astengên Îslamofobiyê derxistin holê têkoşînê bidin û agahiyên şaş ên der heqê dînê Îslamê da me tên zanîn serast bikin televizyoneke Îngilîzî weşanê dike ya hevpar vekin."

Xan diyar kir ku agahiyên şaş ên der heqê Îslamê da ew ê bi vê rêyê werin serastkirin û wiha pê da çû: "Mijara heqareta li dijî nirxên dînî ew ê bi awayê rast were eşkerekirin, ji bo agahiyên ras bidin merivan û wan perwerde bikin jî medyayeke taybet a Mislimanan were avakirin. Di medyayê da rêzefîlm û fîlmên qala dîroka Mislimanan dikin ew ê werin kişandin." AA

Dîroka nûkirinê: 26 îlon 2019, 17:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE