Ji Tirkiyeyê heyetek dê biçe Amerîkayê

Alîkarê Wezîrê Karên Derva Sedat Onal dê serokatiya heyetê bike

Ji Tirkiyeyê heyetek dê biçe Amerîkayê

Hat ragihandin, di bin serokatiya Alîkarê Wezîrê Karên Derva Sedat Onal da heyetek dê biçe Amerîkayê.

Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên dîplomatîk hat wergirtin, tê texmînkirin heyeta ku Alîkarê Wezîr Onal dê serokatiya wê bike, dê li ser çareserkirina kêşeyên di navbera herdu welatan da raweste.

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu li Singapurê di çarçoveya Civîna Wezîrên Karên Derva ya Yekîtiya Neteweyan a Başûrê Rojhilatê Asyayê ya 51emîn (ASEAN) da bi hemtayê xwe yê Amerîkayî ra rûbirû rûniştibû.

Wezîr Çavuşoglu di daxuyaniya xwe ya piştî civînê da wiha gotibû, "Me li ser wê yekê jî li hev kir ku ji bo çareserkirina kêşeyan, diyalog û hevkariya nêzîk dê di pêvajoya ji niha şûnda da jî dewam bike."

Pompeo jî destnîşan kiribû ku ligel rageşiya di mijara keşe Andrew Craig Brunsonê Amerîkayî ku ji ber sedemê li ser navê FETO û PKKyê sûc kiriye di hebsa malê da ye, Amerîka û Tirkiye hevkarên biqîmet in û ji ber vê çendê jî Amerîka û Tirkiye herçend dijwarî rû bidin jî dê hevkarî û xebatên xwe yên di bin sîwana NATOyê da û di mijarên din da bidomînin.

Dîroka nûkirinê: 07 Tebax 2018, 17:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE