Ji TRT kurdiyê re behsa pêvajoya avakirina ypg/pyd’ê kirin

Di destpêka şoreşa Sûriyeyê de gelek dewletan piştgirî da rêxistina terorî

Rêxistina terorî YPG/PYD ku milê pkkê ye gelo çawa hat avakirin û li sûriyê, li herêma kurdan çawa evqas xurt bû? Serokê kombenda kurdên serbixwe ya sûriyê Evdilezîz Temo û endamê meclisa efrînê Azad Osman ji trt kurdîyê re behsa pêvajoya avakirina ypg/pyd’ê kir.

Piştî ku li Sûriyê şerê navxweyî dest pê kir, rêxistinên terorî derketin.

YPG/PYD jî yek ji wan e û milê rêxistina terorî PKK’ê ye.

Lê gelo ev rêxistin çawa hat avakirin û kê piştgirî dayê?

Serokê Kombenda Kurdên Serbixwe yên Sûriyê Evdilezîz Temo û Endamê Meclisa Efrînê Azad Osman behsa wê pêvajoyê kir.

Birayê Evdilezîz Temo, Mîşel Temo bi destê PKK’ê hatibû kuştin. Ew dibêje, YPG/PYD li Qendîlê ava bû.

Beriya avakirina YPGê, Qendîlê û rejîma Esed hevkarî kiriye.

Di destpêka şoreşa Sûriyê de rejîma Esed jî piştgirî da rêxistinê.

Emerîkayê dixwest rêxistinê meşrû bike da ku YPG xurttir bibe.

Rêxistina terorî ji bo ku hêza xwe zêdetir bike ket pey tiştên cuda û zarokên biçûk birin qaşo leşkeriyê.

Lê bi saya helwesta Tirkiyê hemû hewldanên dewletên din ên ji bo YPGê pûç bûn. Herî dawî Emerîkayê biryar da ku leşkerên xwe ji Sûriyê vekşîne.

Êdî her kes ji bo têkbirina YPGê li benda operasyona Tirkiyê ye.

Dîroka nûkirinê: 21 Kanûn 2018, 17:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE