Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ragihand, ji ber şertê Rûsya-Ukrayanyê heta niha 8 hezar û 50 welatiyên Tirk hatin texliyekirin.
Wezîr Çavuşoglu di parvekirina li ser hesabê xwe yê Twitterê da diyar kir, îro ji Kîev, Harkov, Odessa, Zaporijya û Lvîvê 2 hezar û 604 kesên ku welatiyên Azerbeycanê jî di navê da hene bi rê ketin û bi vî awayî hejmara welatiyên Tirk ên hatin texliyekirin derket 8 hezar û 50yî.
Çavuşoglu wiha got, "Plansaziya me ya ji bo texliyekirina ewle ya welatiyên me didome."
AA