Ji UNICEFê daxuyaniya li ser alîkariya ji bo zarokên li Tîgraya Etiyopyayê

UNICEFê daxuyand ji ber ku li Tîgrayê pevçûn dewam dikin alîkariya zarokan nikare bê kirin.

Ji UNICEFê daxuyaniya li ser alîkariya ji bo zarokên li Tîgraya Etiyopyayê

Fona Alîkariya Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) daxuyand li Tîgraya eyaleta Etiyopyayê ya ku pevçûn lê dewam dikin ji serê mijdarê vir va alîkariya mirovî ya ji bo 2,3 milyon zarokan nikare bê kirin.

UNICEFê daxuyand ji ber ku li Tîgrayê pevçûn dewam dikin alîkariya zarokan nikare bê kirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin li eyaleta Tîgrayê ya ji ber ku pevçûn lê dewam dikin ji serê mijdarê vir va alîkariya mirovî ya ji bo 2,3 milyon zarokan hatiye birîn û bang hat kirin ku divê bilez û bê şert alîkarî bê kirin.

Ji bilî vê hat gotin divê rayedar rê li ber sivîlan negrin ku ew xwe bigîhînin cihên biewle.

Dîrektora Îcrayê ya UNICEFê Henrietta Foreyê jî wiha got: "Xwegihandina zarokan çiqas dereng bimîne rewşa wan jî ewqas wê nebaş be. Ji wan gelekan penaber û yên di nav welêt da ji cih û warên xwe bûne ne. Alîkariya mirovî divê bibe pêştatiya me."

Bi sed hezaran kes ji ber pevçûnan ji cih û warên xwe bûne. NY û gelek rêxistinên civaka sivîl ji bo alîkariya mirovî bikin benda destûra hikûmeta Addîs Ababayê ne.

Piştî êrîşên rêxistina TPLFyê artêşa Etiyopyayê di 4ê mijdarê da operasyon da destpêkirin. Di operasyonê da bi hezaran kes mirin û nêzîkî 50 hezar kes jî xwe spart Sudanê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE