"Ji vê axê derbe dernakeve, ji vê axê bereket derdikeve"

Serok Erdogan li Hola Pêşangehê ya Serokomariyê, di bernameya fitarê de bi cotkaran re civiya.

"Ji vê axê derbe dernakeve, ji vê axê bereket derdikeve"

 Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Li ser eksa yên ku ji bo hirsên xwe binê keştiya Tirkiyeyê dixeritînin, em hewl didin ku welatiyên xwe yên ku li dijî terorê û şidetê hewlwestê nîşan didin, bila mensûbê çi dîtineke siyasî jî bin, em wan di muşterekên esxerî de bicivînin."

Serok Erdogan li Hola Pêşangehê ya Serokomariyê, di bernameya fitarê de bi cotkaran re civiya û gotarek pêşkêş kir.

Serok Erdogan got, "Li ser eksa yên ku ji bo hirsên xwe binê keştiya Tirkiyeyê dixeritînin, em hewl didin ku welatiyên xwe yên ku li dijî terorê û şidetê hewlwestê nîşan didin, bila mensûbê çi dîtineke siyasî jî bin, em wan di muşterekên esxerî de bicivînin. Dijminên îradeya millî nexwazin jî emê bilindkirina qelîte û qelîbreya demokrasiya xwe bidomînin. Arenaya herî mezin ku gelê me peyva xwe dibêje sindoq in. Sindoq namûsa demokrasiyê, şerefa gel e. Me hemî têkoşînên xwe yên heta îro, bi hêza ku me ji îradeya sindoqê sitend, qezenç kirin."

Erdogan herwiha got, "Me nehişt ku weke serdema takepartiyî de encamên sindoqan li gor kêfa xwe dizayin bikin, emê îro jî nehêlin. Heke sindoq dibin gumanê de mabin, rêya herî baş ew e ku dubare serlêdana hakemtiya gel bê kirin. Mafê kesî nîn e ku ji hakemtiya gel bireve, xwe biengirîne, ji ber ku ev rê girtine yên li hemberê xwe û darazê sûcdar bike."

- "Ji vê axê derbe dernakeve, ji vê axê bereket derdikeve"

Serok Erdogan anî ziman ku ji vê axê derbe dernakeve, ji vê axê bereket derdikeve û wiha pê de çû:

"Em îsal miqdara piştgiriyê, bi reqemê kevin dibêjim, derdixin ser 16 katrilyon lîreyî. Emê KDVya ku ji gubre û êm distînin bi temamî rakin û li tek vê jî bi kampanyaya 'nîvê mazotê ji we, nîv jî ji me' em maliyetên cotkarên xwe bi awayekî berbiçav kêm dikin. Emê sala 2023an berhemanîna genim derxin 22 milyon tonî, hububatê derxin 1,5 milyon tonî, ya pembo jî derxin 3 milyon tonî, em biryardar in. Em plan dikin ku hejmara dewaran sala 2019an derxin 17,5 milyon serî, 2023an jî derxin 19 milyonan. Hejmara pez jî 2019an derxin 53 milyon serî, 2023an jî bi projeya mezinkirina keriyê, derxin 100 milyon serî. Em plan dikin ku heta cejnê 2,4 katrilyonî ji bo pemboyê bi gwîzik, 662 trilyonî ji bo gulên berberoj û 385 trilyonî jî ji bo şîrê xav, piştevaniyê bidin."AA

Dîroka nûkirinê: 16 Gulan 2019, 17:29
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE