Ji Walîtiya İstanbulê bo binçavkirinên li Zanîngeha Bogazîçiyê daxuyanî

Walîtiya İstanbulê ragihand ji 159 kesên ku ji ber bûyerên li Zanîngeha Bogazîçiyê duh hatin binçavkirin 102 kes xwendekarên wê derê nînin û jê 15 kes jî xwendekarên zanîngehan nînin.

Di daxuyaniya Walîtiyê da wiha hat gotin:

"Hat tesbîtkirin, ji 108 berşikên ku 1ê Sibata 2021an di xwepêşandanên bêdestûr ên li ber Kampusa Başûr a Zanîngeha Bogaziçiyê da bi telîmata Serdozgeriya Komarê û bi destê Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê hatin binçavkirin, 7 jê xwendekarên Zanîngeha Bogaziçiyê ne, 101 xwendekarên Zanîngeha Bogaziçiyê nînin, 15 berşik jî xwendekarên tu zanîngehê nînin.

Hat tesbîtkirin, ji berşikên ku ji ber dorpêçkirina avahiya Rektoriyê hatin binçavkirnin, 50 jê xwendekarên Zanîngeha Bogaziçiyê ne, berşikek jê jî xwendekarê zanîngeheke din e."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE