"Ji Welatê Şîn heta fezayê di her qadê de emê xwedî li mafên xwe yên serweriyê derkevin"

Serok Erdogan piştî Civîna Kabîneya Serokkomariyê axivî.

"Ji Welatê Şîn heta fezayê di her qadê de emê xwedî li mafên xwe yên serweriyê derkevin"

Kabîneya Serokkomariyê bi serokatiya Serok Recep Tayyîp Erdogan civiya. Serok  Erdogan piştî Civîna Kabîneya Serokkomariyê axivî.

Serok Erdogan: "Dema em Sirûda xwe ya Îstiqlalê ya ku doza hezar salane ya medeniyetê di dilê me de neqişandiye jibîr bikin, hingî tê wê wateyê ku prangaya esaretê li lingê me ketiye."

Erdogan: "Yên ku alayê weke paçikekî, ezanê weke xirexira hoparlorê, axê weke komêza kevir û qûmê, welat weke nirxeke bê wate, şehadetê weke mirineke asayî dibînin, ne mumkun e wateya Sirûda Îstiqlalê fam bikin."

Erdogan: "Nûnerên îroyîn ên mandakaran îxanetên wisa dikin ku li pey hawaya hêzên derekî digerin û parastvaniya terorê dikin, ev tê wê wateyê ku pêdivê em hê bêtir li Sirûda Îstiqlalê xwedî derkevin."

Serok Erdogan: "Ji Welatê Şîn heta fezayê di her qadê de emê xwedî li mafên xwe yên serweriyê derkevin."

Erdogan: "Emê fealiyetên wê yên asta yekema ku salên 2020-2023yê dixwe de digire, têxin rewacê û binesaziya dijîtalî ya welatê xwe li hember êrîşên sîberî qewîn bikin.

Serok Erdogan: "Em çaverê ne partên yekem ên vaksîna ku me ji Çînê sipariş daye, beriya sersalê teslîmê welatê me bê kirin."

Serok Erdogan: "(Kovîd-19) Bi îzna Xwedê em biryardarin, vaksîna xwe ya xwemalî di demeke kurt de, pêşkêşî xizmeta gel bikin."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE