Ji Wezareta Karên Derva ji bo ekîba AAyê ya ku di êrîşên Îsraîlê da li Xezeyê birîndar bûn, peyama derbasiyê

Ji Wezareta Karên Derva ji bo ekîba AAyê ya ku di êrîşên Îsraîlê da li Xezeyê birîndar bûn, peyama derbasiyê

Wezareta Karên Derva diyar kir, li Xezeyê zêdebûna kuştinan, zirardîtina dibistanan û li herêmê birîndarkirina ekîba Ajansa Anadoluyê (AA) ya ku wezîfeyê dike, êrîşên bêhed ên Îsraîlê nîşan dide.

Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê da wiha hat gotin, "Di êrîşên ku Îsraîl dibe ser Xezeyê da kuştinên sivîl zêde dibin, dibistanên girêdayî Ajansa Alîkarî û Bayindiriyê yên Penaberên Filistînê ya NYyê (UNRWA) zirar dîtin, kameramanê AAyê yê ku li herêmê wezîfeyê dike û nûçegihanê fotoyê birîndar bûn. Ev jî nîşan dide ku Îsraîl êrîşî her derê dike û tu pîvan û hedê wê tuneye."

Di daxuyaniyê da hat gotin ku Îsraîlê niha jî bi tank û topan dest bi êrîşê kiriye û wiha hat gotin:

"Ev êrîş wê kuştina sivîlan zêdetir bikin û divê demildest werin sekinandin û em civaka navneteweyî dewet dikin ku van êrîşan bidin sekinandin. Xwedê rehma xwe li xwişk û birayên me yên Filistînî yên k u di êrîşan da hatin kuştin bike. Xwedê şifayê ji birîndaran û xebatkarên AAyê ra bişîne."

Di daxuyaniyê da hat gotin ku Tirkiye wê di vê doza wê ya mafdar da ligel gelê Filistînê be.

Di êrîşên esmanî yên ku Îsraîlê birin ser Xeta Xezeyê da kameramanê AAyê Mihemmed El-Alûl û nûçegihanê fotoyê Mistefa Hassûna û şofêrên wan duh birîndar bûbûn û ew rakiribûn nexweşxaneyê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE