Ji Wezareta Karên Derva li dijî saziya Amerîkayî ku herekatên Pence-Qertel û Pence-Piling rexne kirin bertek

Ji Wezareta Karên Derva li dijî saziya Amerîkayî ku herekatên Pence-Qertel û Pence-Piling rexne kirin bertek

Berdevkê Wezareta Karên Derva Hami Aksoy got, "Daxuyaniya Komîsyona Azadiyên Dînî ya Navneteweyî ya Amerîkayê ya li ser herekatên Pence-Qertal û Pence Piling ku welatê me li dijî rêxistina terorê PKKya ku li Iraqê bi cih bûye dike, daxuyaniyeke bêbingeh a nû ya vê komîsyonê ye."

Berdevk Aksoy bi awayekî nivîskî bersiv da daxuyaniya Komîsyona Azadiyên Dînî ya Navneteweyî ya Amerîkayê ya li ser herekatên Pence-Qertel û Pence Piling.

Aksoy di daxuyaniya xwe da mijar wiha nirxand, "Daxuyaniya Komîsyona Azadiyên Dînî ya Navneteweyî ya Amerîkayê ya li ser herekatên Pence-Qertal û Pence Piling ku welatê me li dijî rêxistina terorê PKKya ku li Iraqê bi cih bûye dike, daxuyaniyeke bêbingeh a nû ya vê komîsyonê ye."

Ev saziya ku îdia dike azadiyên dînî diparêze, zilma ku PKKya ku ji hêla Amerîkayê jî wekî rêxistina terorê tê naskirin li Iraqê, dûvika wê PYD/YPG jî li Sûriyeyê li Kurdan û li gelê herêmê dike, nabîne û wiha dewam kir, "Bi gotina herî sivik şermezarî ye ku têkoşîna welatê me ya dijî terorê rexne dike û bûye amûra propagandaya reş a PKKyê."

Aksoy wiha diyar kir:

"Ji ber zexta PKKya ku bi têkoşîna dijî DEAŞê îstisar kir û li herêmê bi cih bû, bi deh hezaran Êzdî nikarin vegerin malên xwe, yên ku vedigerin jî rastî zilma rêxistina terorê tên. Ev rastî îro roj hem ji hêla Êzdiyan û hem jî ji hêla peywirdarên herêmê tê îfadekirin. Aramî jî bi awayekî sîstematîk rastî zilma vê rêxistina terorê tên, ji hêla rêxistina terorê dibistanên wan tên girtin, bi darê zorê zarokên wan ji wan distînin û çekê didin destê wan. Mixabin qaşo parêzvanên mafên mirovan, ev rastiyên ku li herêmê heta niha qewimîne nedîtine û nebîstine. Digel ku hal ev e, em wê yekê qebûl nakin ku ev dezgeh rastiyan berevajî nîşan bide û li ser navê rêxistina terorê biaxive."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE