Wezareta Karên Derva ragihand ku "Li Tirkiyeyê azadiya çapemenî û gotinê di bin temînata destûra bingehîn da ye. Lêbelê ev maf destûrê nade ku di bin dilqê rojnamegeriyê da dijî qanûnan tevbigerin û piştgiriyê bidin terorîzmê."
Di peyama ku ji ser hesabê çapemeniya civakî ya wezaretê hat parvekirin da hat destnîşankirin ku li Tirkiyeyê azadiya çapemenî û gotinê di bin temînata destûra bingehîn da ye. Di peyamê da hat gotin ku "Lêbelê ev maf destûrê nade ku di bin dilqê rojnamegeriyê da dijî qanûnan tevbigerin û piştgiriyê bidin terorîzmê."
- Peyama Balyonxaneya Enqereyê ya Amerîkayê
Çend saet berê peyama Wezareta Karên Derva ji ser hesabê çapemeniya civakî ya Balyozxaneya Enqereyê ya Amerîkayê parvekirina "Azadiya çapemenî û gotinê demokrasiyê xurt dike û divê ev azadî li her derê bê parastin. Ji ber ku karê xwe bi cî tînin sûcdarkirina rojnamevanan ev yek dijî prensîbên gerdûnî ye."