Ji Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê daxuyaniya li ser hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Price ji ber gotina Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu ya "Di hewla derbeya 15ê Tîrmehê da rola Amerîkayê heye" bi daxuyaniyê bersiv da. 

Ji Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê daxuyaniya li ser hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê

Berdevkê Wezareta Karên Derva yê Amerîkayê Ned Price diyar kir ku tu eleqeya wan bi hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ku di 15ê Tîrmeha 2016an da kir ra tuneye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Price ji ber gotina Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu ya "Di hewla derbeya 15ê Tîrmehê da rola Amerîkayê heye" bi daxuyaniyê bersiv da. 

Berdevk Price di daxuyaniya xwe ya nivîskî da wiha got: "Di hewla derbeya sala 2016an a li Türkiyeyê da tu tevlîbûneke Amerîkayê tuneye û me demildest jî derbe şermezar kir. Ew daxuyaniyên ji alî rayedarên Tirk va berevajiyê vê yekê tên dayîn jî bi tevahî xelet in. Ev daxuyanî û ew îdiayên bêberpirsyarî û bêbingeh ên ku eleqeya Amerîkayê bi bûyerên li Türkiyeyê diqewimin ra girêdidin bi wê statuya Türkiyeya mutefîqê NATOyê ye û şirîkê stratejîk ê Amerîkayê ye ra, li hev nake."

Wezîr Soylu di 2yê Sibatê da di bernameya "Min gava din xeberda" ya ku Haber Globalê weşand da pirsên hatin kirin û mijarên di rojevê da ne bersivand û got: "(15ê Tîrmehê) Ez dibêjim gelo bi tenê FETOyê kir. Di nav 24 saetan da ez derketim û min got. Min got FETO li kê derê dimîne? (Li Amerîkayê) Qediya. Ev hevkêşeyeke bipêncane nîne ku mirov ji bo hesabkirinê zêde li ser bisekine."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE