Di cejna 23yê Nîsanê de qedexeya derketina derve hat îlankirin. bi vî awayî vê hefteyê wê 3 rojan qedexe hebe. qedexe, îro êvarê di saet 7an de dest pê dike wê heta 5ê şeveqa duşemê dewam bike
Wezareta Karên Navxweyî, derheqê qedexeya derketina di “23yê Nîsanê” de ji hemû walîtiyan re giştînameyek şand.
Li gorî giştînameyê, ji ber ku Cejna 23yê Nîsanê betlaneya fermî ye, qedexeya derketina derve wê vê êvarê saet di 7an di dest pê bike.
Ji xeynî merasîmên li Meclis, Anitkabir û li Meclisa Ewil hemû merasîmên li bajar û navçeyan, Cejna Serweriya Neteweyî û Zarokan wê li gorî esasên ku hatine diyarkirin bê pîrozkirin.
Li şûna wê, ji bo pîrozkirina cejnê di serî de ji wesaîtên ewlekariyê, bi konvoyên ku wê bên avakirin, li meydanan jî şahiyên deng û şewqê bên lidarxistin.
Kesên ku di merasîmên Cejnê de wazîfedar in, heta dawiya bernameyên pîrozkirinê ji qedexeya derketina derve miaf in.