Ji Wezareta Karên Navxweyî giştînameya "Sînordarkirina Seyahatê"

Wezareta Karên Navxweyî ji walîtiyên 81 bajarî ra ji bo dirêjkirina seyahatê ya seba 15 bajaran giştînameyeke din şand.

Ji Wezareta Karên Navxweyî giştînameya "Sînordarkirina Seyahatê"

Wezareta Karên Navxweyî ji walîtiyên 81 bajarî ra ji bo dirêjkirina seyahatê ya seba 15 bajaran giştînameyeke din şand.

Di giştînameyê da hat gotin ku duh di Civîna Kabîneyê ya ku bi serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hat kirin da, li ser pêşniyaza Lijneya Zanistê biryar hat dayîn ku sînordarkirina ketin û derketina 14 bajarên mezin û Zonguldakê bidome.

Di vê çarçoveyê da sînordarkirina ketin û derketina Zonguldak û ji bajarên mezin Enkara, Balikesîr, Bursa, Eskîşehir, Gazîanteb, Stenbol, Îzmir, Qeyserî, Kocaelî, Konya, Manîsa, Sakarya, Samsun û Wanê ji îşev pê va heta 3yê hezîranê şeva çarşemê 15 rojan hat dirêjkirin.

Li gor giştînameyê kesên guh nedin sînordarkirina seyahatê ya ku wê di navbera 20ê gulanê û 3yê hezîranê da bidome, li wan cezayê pere yê îdarî wê were birîn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE