Ji Wezîr Çavuşoglu daxuyaniya li ser tevdîrên Kovîd-19ê

3 hezar û 614 welatiyên Türkiyeyê yên bi 34 seferên THYyê bînin welêt ew ê li Stenbol û Kocaeliyê hildin karantînayê

Ji Wezîr Çavuşoglu daxuyaniya li ser tevdîrên Kovîd-19ê

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku di çarçoveya tevdîrên dijî vîrusa koronayê yê nû (Kovîd-19) da 3 hezar û 614 welatiyên Türkiyeyê yên berwext an xwendekarê li 9 welatên Ewropayê bûn û ji bo vegerin serî lê xistin ew ê bînin welêt û li wargehên xwendekaran ên li Stenbol û Kocaeliyê hildin karantînayê.

Çavuşoglu li ser gavên di çarçoveya tevdîrên Kovîd-19ê da ji bo welatiyê li dervayê welêt bên avêtin daxuyanî da.

Çavuşgolu destnîşan kir ku wezaretê yekeya piştgirî û kordinasyonê ava kir û bi hemû yekeyan ra li ser vê mijarê dixebitin, duh bi konsolos û balyozên Tüürkiyeyê yên li Çîn, Îtalya, Îran û Irakê da axivîn, der barê geşedan û welatiyên li van welatan da agahî sitand.

Çavuşoglu diyar kir ku welatiyên berwext an jî ji bo xwendekariyê çûne van welatan hetanî duh saet 17.00an serî lê xistin ku vegerin welêt û wiha pê da çû:

"Me ji welatiyên xwe ra got ku dema vegeriyan êm ê wan 14 rojan hildin karantînayê. Hetanî duh saet 17.00an 3 hezar û 614 welatiyan serîlêdan kirin. Em ê hetanî nîvê şevê welatiyên xwe bînin. THYyê 34 sefer eşkere kirin. Bihayê bilêtan jî maqûl e. Ji bo vê em ji THYyê ra sipas dikin. Piştî vegerê em ê welatiyên xwe ji teyareyan hildin û li wargehên KYKyê yên li Stenbol û Kocaeliyê bi cî bikin. Bi telîmata Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Navxweyî va walîtiyên van bajaran ew ê vî karî kordîne bikin. Di dema ku li van deran bimînin da hemû hewcedariyên welatiyan bi destê AFADê û Wezareta Karên Navxweyî werin dîtin. Jixwe Wezareta Tenduristiyê doxtor û personelên tenduristiyê wezîfedar dike. Piştgiriya ku me da welatiyên ji Umreyê hatin em ê bidin van welatiyan jî."

AA

Dîroka nûkirinê: 25 Adar 2020, 02:01
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE