Ji Wezîr Gul daxuyaniya li ser biryara Îngilîstanê

Bertekên îadekirinê yên li dijî Îngilistanê....

Ji Wezîr Gul daxuyaniya li ser biryara Îngilîstanê

Daxwaza îadekirina 3 fetö’yiyên firarî ku di nav wan de Akin Îpek jî hebû, nehat qebûlkirin. Ji ber vê Wezîrê Dadê Abdulhamit Gül bertekên tund nîşanî îngilistanê dan. Gûl got, ev biryar nayê qebûlkirin û bangî îngilistanê kir ku li gorî hevkariyê tevbigere.

Ji Îngilistanê hatibû xwestin ku endamên FETÖ’yî yên fîrarî Akin İpek, Ali Çelik û Talip Büyük îade bike. Lê Îngilistanê ev daxwaz red kir.

Wezîrê Dadê Abdulhamît Gül derbarê vê mijarê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û got, “ev biryar nayê qebûlkirin”.

Wezîr Gül got, “Daxwaza îadekirinê ya daraza Tirkiyê, li gorî hiqûq û peymanên navneteweyî hatiye kirin, Biryara redkirinê ya Îngilistanê biryareke siyasî ye. Ji ber vê yekê ne mumkun e ku em biryara redkirinê û hincetên wan qebûl bikin.”

Her wiha wezîr Gül derbarê heviyan de jî axivî û got “ Heviya me ew e ku terorîstên fîrarî yên endamên FETÖ’yê li gorî peyman û hiqûqa navneteweyî bên îadekirin. Îngilistan bi vê yekê dikare dostanî û hevkariya xwe nîşan bide.”

Herî dawî Wezîr Gül got, heya ku endamên rêxistina terorî neyên ber daraza Tirkiyê em ê derbarê îadekirina wan de micadeleya xwe bidomînin.

Dîroka nûkirinê: 29 Mijdar 2018, 17:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE