Ji Wezîr Gul daxuyaniya 'teklîfa efûyê'

Wezîrê Edlatê Abdulhamît Gul: "(Teklîfa efûyê ya MHPê) Helwesta wê derê diyar e. Li ser gotina Serokomarê me ra tiştekî ku em bêjin tuneye. Heke der heqê efûyê da geşedanek çêbe, xebera we yê jê çêbe"

Ji Wezîr Gul daxuyaniya 'teklîfa efûyê'

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul der heqê dozên Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da got, "Dadger û dozgerên me bi xîreteke mezin va dixebitin. Belkî Akinci û yan jî dozên hejmara bersûcên wan zêdeye dibe bi qasî du sê dozan dereng bikevin lê ji bilî vê em hêvî dikin ku hemû dozên derbeyê heta dawiya îsal xelas bibin. Ev serkeftineke mezin a daraza Tirk e."

Gul li Mala Dadgeran a Enqereyê bi nûçegihnên darazê ra civiya.

- Teklîfa MHPê

Gul li ser pirsa ku MHP di teflîfa efûyê da israr dike, heke efû neyê derxistin jî verastkirineke înfazê ya qismî tê xwestin, gelo di vê mijarê da xebatek heye an na jî wiha got, "Helwesta wê derê diyar e. Li ser gotina Serokomarê me ra tiştekî ku em bêjin tuneye. Ji bo çêkirina înşaatên girtîgehên nû xebatên me yên zêdekirina standartan dewam dike. Heke der heqê efûyê da geşedanek çêbe, xebera we yê jê çêbe."

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE