Ji Wezîr Gul daxuyaniyên girîng

Wezîrê Edaletê Gul: "(Tundiya ser jinê) Em biryardar in ku tedbîrên wisa hildin da ku pêşî li ber van kirinan were girtin û fail ceza bixwin."

Ji Wezîr Gul daxuyaniyên girîng

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul der heqê tundiya ser jinê da ragihand, ew biryardar in ku bi saziyên din ra di nav tevkariyê da tedbîrên wisa hildin da ku pêşî li ber van kirinan were girtin û fail ceza bixwin.

Gul di Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclisê da seba budçeya sala 2020î ya wezareta xwe pêşkêşî kir.

Wezîr Gul li ser razandina sîgorteya parêzerên stajyer da wiha got: "Ji bo ku di dema staja parêzerên me yên stajyer da sîgorteya wan were razandin em dixebitin."

Gul diyar kir ku ji 15ê Tîrmehê vir va jimara dadger û dozgerên Komarê yên ji pîşe hatine derxistin 3 hezar û 926 e û daxuyand nabe ku meriv bêje FETO talûkeyeke wisa ye ku êvara 15ê Tîrmehê dest pê kir û sibeha 16ê tîrmehê hat serkutkirin.

Wezîrê Edaletê Gul der barê verastkirina xerc û mesrefên noterê da jî wiha got:

"Em ê wê yekê pêk bînin ku xerc û mesrefên noteriyê bi qartên krediyê yên hemû banqeyan were dayîn."

Gul destnîşan kir ku îdolojiya darazê edalet e û wiha axivî: "Di qanûna meya bingeh da tê gotin ku dadgeh 'li ser navê gel biryarê dide' ne ku 'li ser navê vê komê, vê zumreyê'."

Gul diyar kir ku ew li ser alternatîfeke wisa dixebitin ku kal û pîr, ducanî û zarokên ku ji ber hin sûcan bûne mehkûm, cezayê xwe di malê da bikşînin.

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Mijdar 2019, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE