Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçukê ragihand ku ji bo 8 hezar û 920 dermanên ku ji aliyê zanyarên di Lijneyên Zanistê yên Tendirustiyê de ji tedawiyan re guncaw û pêbawer hate dîtin, em salê zêdetir ji 40 milyarî lîreyî çavkanî vediqetînin.
Wezîr Selçuk ji ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got:
"Ji bo 8 hezar û 920 dermanên ku ji aliyê zanyarên di Lijneyên Zanistê yên Tendirustiyê de ji tedawiyan re guncaw û pêbawer hate dîtin, em salê zêdetir ji 40 milyarî lîreyî çavkanî vediqetînin. Em dibêjin 'pêşî mirov' û bi pergala xwe ya ewlekariya civakî em daîma li cem welatiyên xwe ne."
AA