Serokê Lijneya Rêveberiyê û Rêveberê Giştî yê Ajansa Anadolu (AA) Şenol Kazanci ragihand ku ji 4 xebatkarên me yên ku li Mısırê hatin binçavkirin Hilmi Balci serbest hat berdan.Em dixwazin ên din jî bên berdan.
Polîsên Mısırê 14ê rêbendanê bi ser ofîsa AAyê li Qahireyê girtibû, 1 jê welatiyê Türkiyeyê, 4 xebatkar binçav kiribûn û biribûn ciyekî nediyar.
Roja biserdagirtinê, ekîbên polîsan bi dema Türkiyeyê di dora saet 18.00an da çûbûn ofîsê, kamerayên ewlehiyê girtibûn û peywendiya înternetê qut kiribû. Hêzên ewlekariyê ku duh heya serê sibehê di ofîsê da lêgerîn pêk anîbûn, dest danîbûn ser pasaport, têlefona mobîl û komputerên xebatkaran û nehiştibûn ku ew bi derva ra têkevin têkiliyê.
AA