"Ji yekîneyên nû yên perwerdeya eskerî ya ewil wê li Yozgatê ava bibe"

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan got: "Heke hûn derfetên dewletê yên ku dane van şaredariyan bişînin Qendîlê û ji bo terorê bixebitînin emê di heman demê da, bê rawestandin qeyyûman wezîfedar bikin."

"Ji yekîneyên nû yên perwerdeya eskerî ya ewil wê li Yozgatê ava bibe"

Serok û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Yekîneyên perwerdeyê yên eskerî wê nû werin avakirin û cihê ya ewil wê li Yozgatê be. Em gava vê demildest davêjin."

Erdogan li Meydana Cumhuriyetê beşdarî mitînga partiya xwe bû û xîtabî welatiyan kir.

Erdogan diyar kir ku wî mizgîniya ewil a vê heyamê da û wiha got: "Yekîneyên perwerdeyê yên eskerî wê nû werin avakirin û cihê ya ewil wê li Yozgatê be. Em gava vê demildest davêjin."

Erdogan bi welatiyên qadê daxuyaniyên rêvebirên HDPyî da temaşekirin û wiha got, "Birayên min binhêrin bê ka çi dibêje, 'Em ê li Kurdistanê bidin HDPyê, li Rojavayê jî bi AK Partî MHPyê bidin windakirin'. Bê exlaq binhêre. Li Tirkiyeyê herêmeke bi navê 'Kurdistanê' kîngê derket? Em ê nehêlin ku hûn vî welatî perçe bikin. Hûn ê welatê me perçe nekin. Hûn ê di 31ê Adarê da jî bersiveke herî baş hildin."

Erdogan diyar kir ku ew muhebeta xwe ya ji bo welatiyên Kurd diparêzin, lê ew ê rû nedin kesên ku Kurtcîtiyê bikin û bixwazin Tirkiyeyê perçe bikin û wiha dewam kir:

"Çal vekirin, ne wisa? Me ew di wan çalên ku vekirin da çal kirin? Me çal kirin. Vêga dibêjin ku 'Em ê cihên ku qeyyûm lê hatine tayînkirin paşve hildin.' Heke welatiyê min derfetê bide te ku hûn van paşve hildin, heke hûn ê derfetên ku dewletê dane van şaredariyan bişînin Qendîlê û ji bo terorê bixebitînin, em ê di heman demê da, bê rawestin qeyyûman wezîfedar bikin. Em bi we ra dewam nakin."

Serok Erdogan diyar kir ku helwesta wan ji bo piştgirên "Tifaqa Zîlletê" eşkere ye û wiha dewam kir:

"Me Tifaqa Cumhur li ber çavê gelê xwe ava kir. Me heta roja îro çi kiribe, hemû jî me li ber çavê gelê xwe kir. 'Tifaqa Zîlletê' jî ji serî heta binî kapekî wê di destê Qendîlê da, kapekî wê di destê Pensîlvanyayê da hatiye avakirin."

AA

Dîroka nûkirinê: 26 Çile 2019, 17:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE