Ji YEyê daxuyaniya Sûdanê

Berdevka Komîsyona YEyê Maja Kocîjancîcê daxuyaniyek da û got ku pêvajoya siyasî ya li Sûdanê divê di çarçoveya daxwazên gel da bi destê hikûmeta sivîl a heyama derbasbûnê bibe.

Ji YEyê daxuyaniya Sûdanê

 Yekîtiya Ewropayê (YE) da zanîn ku daxuyaniya artêşa ku li Sûdanê dest danî ser birêvebiriyê der barê rewşa welêt da agahiyên tetmînkar nade.

Berdevka Komîsyona YEyê Maja Kocîjancîcê daxuyaniyek da û got ku pêvajoya siyasî ya li Sûdanê divê di çarçoveya daxwazên gel da bi destê hikûmeta sivîl a heyama derbasbûnê bibe.

Kocîjancîcê got ku "Daxuyaniyên birêvebiriya eskerî ya Sûdanê der barê rewşa welêt da agahiyên tetmînkar nadin."

Wezîrê Parastinê yê Sûdanê Ewad bîn Ewf ragihandibû ku artêşê li welêt dest danî ser birêvebiriyê û heyama derbasbûnê ya 2 salî dest pê kiriye.AA

Dîroka nûkirinê: 12 Nîsan 2019, 17:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE