Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimîr Zelenskiy ragihand, li Mariupolê rewşa însanî ne baş e, ji bo texliyekirina sivîl û eskeran, ew bi Tirkiyeyê ra diaxivin ku navçêtiyê bike.
Zelenskiy vîdeoyek parve kir û tê da got ku îro li herêmên Donetsk, Luhansk û Zaporojiyayê korîdorên alîkariya însanî vebûn.
Zelenskiy daxuyand ku bi vekirina korîdoran va Mariupol di serî da ji bajarên vê herêmê bi tevahî 6 hezar û 266 sivîl hatin texliyekirin, bi taybetî rewşa însanî li herêmê derketiye asteke krîtîk, ew ji bo ku ji Mariupolê birîndar û kuştiyan derxin mizakereyan dikin.
Zelenskiy wiha got, "Hemû sivîl û eskerên me ne. Di vê mijarê da em bi Tirkiyeyê ra diaxivin ku navçêtiyê bike. Ez hêvî dikim ku ez ê piştra agahiyên berfirehtir bidim."
Zelenskiy daxuyand ku eskerên Ûris ji eyaletên bakur vekişiyan, lê berê xwe dane herêma rojhilatê û amadehiyan dikin ku êrîşên mezin bikin.
Zelenskiy remezana Misilmanên Ukraynayê jî pîroz kir û wiha got, "Ev meh diayên semîmî, efûkirin û karên xêrê temsîl dike."AA