Şaredariya Qosera Mêrdînê di nav 18 mehan de 3 heb navendên jinan vekirin. herî dawî jî li taxa dîkmenê navenda jinan a bi navê hanimeliyê hat vekirin. jinên qoserî dê li vir him hînî çêkirina tiştên destkariyê bibin him jî perwerdeya xwendin û nivîsandinê bibînin.
Şaredariya Qosera Mêrdînê xizmetên xwe yên civakî didomîne.
Tenê di nav 18 mehan de li navçeyê 3 heb navendên jinan vekirin.
Herî dawî jî Navenda Jinan a bi navê Hanimeliyê li taxa Dîkmenê bi merasîmekê hat vekirin.
Jinên Qoserê dê li vir ji xwendin û nivîsandinê bigrin heta dersa Quranê ji kuaforiyê bigrin heta dirûn neqşandinê beşdarî gelek kursan bibin.
Li navendê ji bo zarokên biçûk û ciwanan jî wê proje û perwerde hebin.
Jinên Qoserî dixwazin berhemên ku li navendê çêdikin bifroşin û piştgiriyê bidin ekonomiya mala xwe.