Erwa Merwana 13 salî ya ku tevlî malbata xwe ji ber êrîşan koç kir û niha di kampeke li gundewarê Îdlibê da dijî got: "Em ji ber bombeyên Esed reviyan û hatin vê derê. Lê li vê derê jiyîn ji bombebaranên Esed zehmetir e."
Rewşa malbatên ku li Sûriyeyê ji ber bombebarandina rejima Esed û Rûsyayê reviyan û li herêmên ewle bi cih bûn dilê mirov diperitîne.
Malbatên di erdekî nêzî navçeya Sarmayê da kon vegirtine tevlî gelek zor û zehmetiyan ji aliyekî va jî bi sir, seqem, ba û barana tê va bêçare ne û ji bo li ber xwedanê, hewl didin.
Li kampê hin kon di nav heriyê da mane û mirov bi zor û zehmetî dikarin bimeşin.
Sivîlên di kampê da ne li meydanê tankên avê bi cih kirine. Wextê baran dibare di wan tankan da av berhev dibe û şêniyên li kampê rojê carekê dikarin bi qasî pêwîstiya xwe avê ji wê derê hildin. Li kampê bi qasî 130 malbat hene û bi tenê 4 tiwalet hene.
Li herêmê bi qasî 2 hefteyane baran heye, germahî jî bi şev heta sifir pileyî dadikeve. Malbatên li kampê ne ji ber nikarin êzing û komirê temîn bikin plastîk, karton, cil, berg û şekalên peritî berhev dikin û di konê xwe da dişewitînin û xwe li berê germ dikin.
Hewcedariya me bi her tiştî heye"
Erwa Merwana 13 salî ya ku ji başûrê Îdlibê tevlî malbata xwe ji ber êrîşan koç kir û niha di kampê da dijîn daxuyanî da û got ku ji ber baran û hewaya sar pir zehmetiyê dikişînin.
Di axaftina xwe da Mervanê got: "Hewcedariya me bi nan û avê heye. Betanî û kon, ji me ra gelek tişt lazim dikin. Bi rastî hewcedariya me bi her tiştî heye. Li vê derê serma û baran zêde ye. Em ji ber bombeyên Esed reviyan û hatin vê derê. Lê li vê derê jiyîn ji bombebaranên Esed zehmetir e."
"Me navrojê hêk xwar lê ji bo êvarê şîva me tuneye"
Ji şêniyên Kampa Sarutê diya 4 zarokan Semîr Ebdullah Casimê got ku ew bi qasî 20 roj berê ji başûrê Hemayê hatin û wiha dewam kir: "Me bi tenê çend tişt hildan û em reviyan. Av li konê me rabû. Ji bo xwe germkirinê em şekalên peritî dişewitînin. Lê ji ber dû em pir aciz dibin û derê konê vedikin. Li vê derê ji me ra her tişt lazim dike. Me navrojê 3 hêk û pê ra nan xwar û ji bo êvarê şîva me tuneye. Em çi bibînin wê dixwin."
Fatima Karîmaya 14 salî jî got ku hewa gelek sar e û ji ber ku nikare biçe dibistanê jî pir xemgîn e.
Berpirsê kampa Sarutê Ebû Cesîm diyar kir ku hejmara malbatên li kampê rojbiroj zêde dibe û wiha domand: "Kon qet baş nînin û ji ber baranê her alî di nav heriyê da ma. Rêya sereke ya kampê jî di nav avê da maye. Di hin konan da sobe jî tuneye û yên sobeyên wan hene jî nikarin xwe germ bikin. Divê demildest ji herêmê ra alîkarî bê şandin û em li bendê ne."
AA