Şaredariya Mezin a Diyarbekirê bi mebesta danasîna nirxên çandî, hevpeyvîna "Jiyana Melayê Cizîrî û Helbestên wî - Dengbêj" li dar xist.
Li gorî daxuyaniya ji Şaredariya Mezin a Diyarbekirê, Atêlyeya Zimanên Şaristaniyetê ya girêdayî Seroktiya Daîreya Karûbarê Çand û Civakî, li Mala Dengbêjan, li ser jiyan û helbestên Melayê Cizîrî ku yek ji giringtirîn kesayetiyên Wêjeya Sofîgeriya Kurdî ya sedsala 16an e.
Hîndekarê Beşa Wêje û Zimanên Rojhilat a Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Dicleyê, Dr. Muhammed Şerîf Azarkan weke axêver beşdarî hevpeyvînê bû.
Di hevpeyvînê de li ser bîr û ramanên Melayê Cizîrî, sofîgerî û qesîdeyên wî suhbet hat kirin, herwiha dengbêjan jî qesîde û xezelên Mela xwendin.
Azarkan anî ziman ku pêdivê kesayetiyên ku şop û bandora xwe li ser dîrokê hiştine ew wan ji bo nifşên nû veguhêzînin û wiha pê de çû:
"Dema em van mamosteyên xwe bixwînin, bêguman emê di warê civakî, derûnî, felsefî û edebî de bigihijin cihên gelekî giring. Em neçarin pêdivê em behsa wan ji zarok û ciwanên xwe re bikin. Ez ji ber lidarxistina vê hevpeyvînê spasiya Şaredariya Mezin dikim."AA