Jêpirsîna Yusuf Nazikê terorîst

Nazikê Terorîst, li ser rêxistina Acilcileran agahiyan dide

Jêpirsîna Yusuf Nazikê terorîst

Jêpirsîna Yusuf Nazikê ku êrîşa reyhanliyê plan kiribû û di êrîşê de 53 kes miribûn dewam dike.

MİT’ê bi operasyoneke serkeftî Nazik ji Sûriyê anî Tirkiyê. Jêpirsîna wî li midûriya şaxa têkoşîna li dijî terorê ya Enqerê dewam dike.

Yusuf Nazikê Terorîst rola îstixbarata Sûriyê ya di vê êrîşê de deşîfre kir.

Nazik qala têkiliyên li hundir û dervê yên rêxistina terorî Acilcilerê û têkilya di navbera Mihraç uralê serkêşê rêxistinê û îstixbarata Sûriyê kir.

Piştî êrîşa Reyhanliyê defterek hatibû dîtin.

Nasir Eskiocak yek ji plansazên êrîşê bû û 23 caran hepsa miebetê xwar. Wî gotibû ev defter ya min e.

Emniyet niha vê defterê ji Yusuf Nazik dipirse.

Dîroka nûkirinê: 17 îlon 2018, 14:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE