"Kî ji bo vê dibêje piyaseya serbest nikare min bixapîne"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo zêdebûna bihayên sebze û fêkiyan got: "Kî ji bo vê dibêje piyaseya serbest aboriya piyaseyê bila bibêje nikare min bixapîne.

"Kî ji bo vê dibêje piyaseya serbest nikare min bixapîne"

Serok Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Denizliyê di mitînga li ser Bulvara 29 Ekîmê hat kirin da axivî û xîtabî gel kir.

Serok Erdogan der barê zêdebûna bihayên sebze û fêkiyan da got: "Kî ji bo vê dibêje piyaseya serbest aboriya piyaseyê bila bibêje nikare min bixapîne.

Ji axaftina Serok Erdogan hin sernavên derketin pêş ev in:

"Li Enqereyê gelekî ecêb e ku wêneyên namzedên îtifaqa zîletê hene lê di bin wêneyan de logoya CHPyê tune, logoya HDPyê jî tune. Heman tiştê li bajarên din jî dikin. Lewra ji bo ku namzed bê zanîn lê neyê zanîn ka namzedê kî ye vê yekê dikin.

Dibêjin ku 'AK Partiyê rêzê anî.' Du rêz hene, rêzek rêzên tuneyiyê ye. Ev rastî heyamên CHPyê tê. Rêzên niha ne rêzên tuneyiyê ne, rêza bereketê, rêza heyiyê ye. Çi ye? rêza dersdayîna firsendkaran e.

Ma min ew soz nedabû we, min negotibû we ku em ê bikevin binkeyên wan? Em hê jî li pey wan in, ew dê birevin em ê bidin pey wan, bi her tiştê xwe. Em ê kesên ku gelê me bêhizûr dikin bêhizûr bikin."

AA

Dîroka nûkirinê: 21 Çile 2019, 16:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE