Serokê Turkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li Diyarbakirê di stadyumê de bangî gel kir.
Ji axaftina Erdogan;
Serok Erdogan: "Em ne ji bo Diyarbekirê xirab bikin, lê ji bo îmar bikin, pêş bixin, bigihînin hizûr û refahê dixebitin.
Serok Erdogan: "Tirkiye îro hewl dide him parastina xwe û him jî pêşeroja xwe ava bike. Şikir di herdu mijaran da jî em gelekî pêşva çûn."
Serok Erdogan: "Kesên ku ji bona kesên hedefên wan li ser herêma me hene dibin maşik nikarin xizmeta vî gelî bikin."
Serok Erdogan: "Di navbera FETOyiyên ku şexsiyeta xwe bi dolarekî firotine qeşmerê li Amerîkayê, DEAŞiyên ku li ser navê Îslamê misilmanan dikujin û terorîstên cudakar yên gule berdidin welatê xwe da tu ferq tuneye."
Serok Erdogan: "Nav û îdiayên wan çi dibin bira bibin kapê hemû rêxistinên terorê digihêje heman derê."
Serok Erdogan: "Kesên ku ji xwe ra li nasname û dewleteke din digerin, wekî ku di dîroka nêzîk da jî gelek mînakên wê hene, mehkûmî wendakirina welat, war, malbat û xîreta xwe ne."
Serok Erdogan: "Kî li vî welatî cudakariya nijadî bike pêşiyê em ê li hember derkevin."
Serok Erdogan: "Di Geziyê da armanc dar nebûn, di 17-25ê Kanûnê da derdê wan hiqûq û di çalakiyên çalan da derdê wan heq nebû, li Sûriyeyê armanc edalet nebû, di 15ê Tîrmehê da armanc parastina welêt nebû û herî dawîn jî di di rewşa aboriyê da mesele kûrên dowîzê nebûn. Şikir gelê me hemû rastiyan dibîne."