Kabîneya Serokomariyê ew ê di seroktiya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan da cara 2yan bicive.
Civîn ê di saet 14.30yî da li Kuliyeya Serokomariyê dest pê bike.
Piştî hilbijartina 24ê Hezîranê ya ku pê derbasî sîtema teze bûn Kabîneya Serokomariyê ew ê cara 2yan bicive, xala sereke ya rojeva civînê jî ew ê li ser daxuyaniyên Donald Trumpê Serokê Amerîkayê û Mîke Penceyê Alîkarî wî be. Trump û Pence diyar kiribûn ku ew ê ji ber darizandina Andrew Craig Brunsonê kêşe zextan bînin serê Tirkiyeyê.
Wekî mayîn li bendê ne ku wezîrên ji destpêka wezifeyê vir da bi saziyên civaka sivîl û saziyên eleqedar ra civînan dikin nexşerêya xwe pêşniyazî Serok Erdogan bikin.
Civîna ewil a Kabîneya Serokomariyê di 13ê tîrmehê roja înê da hatibû lidarxistin.
AA