Kabîneya Serokkomariyê wê sibê bi serokatiya Serok Recep Tayyîp Erdogan bicive.
Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanik, Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Vedat Bîlgîn û Wezîrê Bazirganiyê Mehmet Muş ku nû hatine tayînkirin, wê cara ewil beşdarî civîna kabîneyê bibin.
Di civînê da li gor texmînê wê li ser encamên tevdîrên ku seba têkoşîna Kovîd-19ê hatin hildan, peydakirina aşiyan, xebatên aşiya xwemalî, teqwîma aşiyê, operasyona ku li bakurê Iraqê tê kirin û mijarên din ên ku di rojeva welêt da ne, bisekinin.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca wê der barê rewşa şewba Kovîd-19ê da pêşkêşiyê bike.
Li gor texmînê Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar jî wê pêşkêşiyê bike û der barê operasyonên ku li nav welêt û derveyî welêt tên kirin da agahiyan bide.
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu jî wê pêşkêşiyê bike û der barê geşedanên dereke da agahiyan bide.
Her wiha tê payîn ku Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanik jî di civînê da pêşkêşiyê bike.
AA