Kabîneya Serokomariyê wê sibê bicive

Di civîna kabîneyê da têkoşîna Kovîd-19ê di serî da tê payîn ku wê li ser geşedanên nav welêt, derveyî welêt û mijarên girîng ên ku di rojeva welêt da ne bisekinin.

Kabîneya Serokomariyê wê sibê bicive

Kabîneya Serokomariyê wê sibê bi serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bicive.

Di civîna kabîneyê da têkoşîna Kovîd-19ê di serî da tê payîn ku wê li ser geşedanên nav welêt, derveyî welêt û mijarên girîng ên ku di rojeva welêt da ne bisekinin.

Tê payîn ku Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca di civînê da pêşkêşiyekê bike, li ser tevdîran bisekine.

Her wiha li gor texmînê wê di civînê da li ser mijara aşiyê, telafiya perwerdeyê, lûtkeya NATOyê ya ku wê di 13-14ê hezîranê da li Brukselê were kirin jî bisekinin. 

Piştî civînê Serokomar Erdogan wê plana normalîzebûna gavbigav a ku wê ji 1ê hezîranê pê va dest pê bike jî eşkere bike.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE