Kalin û Çavuşoglu li TRT WORLD FORUM'ê axivîn

600 pispor, siyasetmedar û aktîvîst li İstanbulê civiyan...

Kalin û Çavuşoglu li TRT WORLD FORUM'ê axivîn

Ji çar aliyê cîhanê pispor, siyasetmedar û aktîvîst, bi îdeala aştiya mayînde li stenbolê civiyan. Di roja dawî ya forûma trt world’ê de li ser çareseriyên ji bo pirsgirêkên cîhanê danûstendin hat kirin. Berdevkê serokkomariyê îbrahîm kalin bal kişand ser islamafobiya li awrûpayê. Wezîrê karên derve mevlüt çavuşoğlu jî destnîşankir ku neteweyên yekbûyî û yekîtiya awrûpayê hewcedarê verastkirinan in.

Teror û şer û pevçûnên li cîhanê…

Têkoşîna li dijî İslamafobiyê…

Parvekirina adilane a samanên cîhanê…

Hedef piştgiriya ji bo aştî û aramiyê bû…

Ji çar aliyê cîhanê 600 pispor, siyasetmedar û aktîvîst bi saya Forûma TRT WORLD’ê li Stenbolê civiyan û di roja dawî ya forûmê de jî mijarên girîng hatin axaftin.

Berdevkê Serokkomariyê Îbrahim Kalin: Bê edalet aştî pêk nayê. Li Sûriyeyê, İraqê, Yemenê, Filistînê û kî dera cîhanê dibe bila be, çareseriyên ne adil nabe wesîleya aştiyeke mayînde.

Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin ji bo Rojhilata Navîn behsa aştiyeke mayînde kir.

Kalin destnîşankir ku divê pisrgirêka herêmê ne bi tenê wek pirsgirêka ewlehiyê bê nirxandin.

Berdevkê Serokkomariyê Îbrahim Kalin: Ez çi qas İslamofobiya li Awrûpayê dibînim ez ew qas ne ewle hîs dikim. Fûtbolîst Mesut Özdil ji ber zordariyên nîjadperest ji tîma neteweyî ya Almanyayê hat derxistin. Gelê ji bo aştiya kurewî me ev mijar çi qas nirxand?

Kalin behsa meseleya Filistînê jî kir.

Kalin got ku Ji ber Emerîka pişt nade polîtîkayên İsraîlê yên yekalî, aştî jî pêk nayê.

Wezîrê Karên Derve Mevlüt Çavuçoğlu jî beşdarî rûniştina ligel hevmeqamê xwe yê Holandayê bû.

Çavuşoğlu got ku neteweyên yekbûyî hewcedarê verastkirinê ye.

Wezîrê Karên Derve Mevlüt Çavuşoğlu: Divê Neteweyên Yekbûyî xwe nû bike. Ew bersiv nade hewcedariyên heyama me. Saziyên herêmê jî bersiv nade hewcedariyên gelên me. Yek ji van Yekîtiya Awrûpayê ye.

Çavuşoğlu hişyar kir ku divê komîteya makezagonê ya Sûriyeyê bi hevsengî bê sazkirin.

Wezîrê Karên Derve Mevlüt Çavuşoğlu: Ez ê bi nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê re biaxivim. 3 lîste hene: Muxalefet, rejim û saziyên sivîl… divê bi hevsengî pêk were. Em dizanin ku hin dewlet hewl didin ku li gorî rejimê lîsteyê saz bikin, lê wisa nabe. Ev fersenda dawî ya ji bo çareseriya Sûriyeyê ye.

2 nav 2 rojên Forûma TRT WORLD’Ê de 22 civîn çêbûn. Ji bo pirsgirêkên navneteweyî çareserî hatin axaftin.

Dîroka nûkirinê: 04 Cotmeh 2018, 16:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE