Kalin: Weşandina nivîsa terorîstekî şaşiyeke mezin e

Tirkiyê bertekên tund nîşanî gotara ku di Washington Postê de hat weşandin dan.

Kalin: Weşandina nivîsa terorîstekî şaşiyeke mezin e

Wezareta Karên Derve bertekên tund nîşanî rojnameya washington postê dan. Wezaretê got, “ji serkeşên pkk’ê yekî di washington postê de bi eşkereyî propagandaya terorê kiriye”. Berdevkê Serokkomariyê İbrahim Kalin jî li ser skandala rojnameyê got, “weşandina nivîsa mensûbekî rêxistina terorî, sosreteke mezin e.”

Tirkiyê bertekên tund nîşanî gotara ku di Washington Postê de hat weşandin dan.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve de wisa hat gotin: Kesê ku ew maqale nivîsiye endamê rêxistina terorî PKK’ê ye, wan bi 10 hezaran mirovên bêguneh qetil kirine û Emerîka jî tê de, li gelek welatan ew di lîsteya terorê de ye.

Hat gotin ku wî terorîstî di rojnameya Washington Postê de, bi eşkereyî propagandaya terorê kiriye.

Wezareta Derve bal kişand ku bi wê gotarê; prensîba "pêşîlêgirtina teşwîqkirina terorê" bi zelalî hatiye binpêkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev yek him propagandaya terora PKK’ê; him jî delîl û îspata durûtiya têkoşîna li dijî terorê ye.

Berdevkê Serokkomariyê İbrahim Kalin jî bertek nîşanî Rojnameya Washington Postê ya Emerîkayê da.

Kalin got, Washington Post bi weşandina wê nivîsê bê şik û guman propagandaya terorê dike.

İbrahim Kalin got ne pêkan e ku mijar bi azadiya çapemenî û fikrî bê ravekirin.

Berdevkê Serokomariyê Kalin got ku ferqa weşandina wê gotarê û nivîsa mensûbekî El Qaîde yan DEAŞ’ê tune.

Dîroka nûkirinê: 05 Tîrmeh 2019, 18:00
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE