"Kampanyaya 'Em besî xwe ne Tirkiyeya me' didin destpêkirin"

Serok Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku ji bo kampanyaya ku bi druşma "Em besî xwe ne Tirkiye ya me" hat destpêkirin, ji aliyê Wezareta Malbat Xebat û Xizmetên Civakî ve hesabê alîkariyê vebûye.

"Kampanyaya 'Em besî xwe ne Tirkiyeya me' didin destpêkirin"

Serok Recep Tayyîp Erdogan piştî Civîna Kabîneya Serokkomariyê gotara "Banga Gel" pêşkêş kir.

Serok Erdogan got, "Ji rojên sereta yên şewbê ve, li gor tewsiyeyên Lijneya me ya Zanistê, em rênimayên tendirustiyê bê kemûkur tetbîq dikin. Rewşa binesaziya me ya tendirustiyê, çi ji aliyê personelan ve çi ji aliyê derman û kelûpelan ve herwiha di warê qeryoleyên beşa nexweşiya giran de li gorî welatên din gelek baştire ."

Serok Erdogan got, "Ji rojên sereta yên şewbê ve, li gor tewsiyeyên Lijneya me ya Zanistê, em rênimayên tendirustiyê bê kemûkur tetbîq dikin. Rewşa binesaziya me ya tendirustiyê, çi ji aliyê personelan ve çi ji aliyê derman û kelûpelan ve herwiha di warê qeryoleyên beşa nexweşiya giran de li gorî welatên din gelek baştire. Li tenişt hêzdarkirina nexweşxaneyên me yên heyî, em bi awayekî xurt nexweşxaneyên xwe yên nû jî vedikin. Di seranserê pêvajoya Kovîd-19ê de, hemd ji Xwedê re ji gelek welatan zûtir me rênimayên xwe danîn û tetbîq kirin. Ast bi ast em rênimayên îlawe jî dixin rewacê. Di warê xurekê de di kêmasiyeke me tune ye. Ji ber ku madeyên xurekê yên sereke welatê me bi xwe berhem tîne, him stokên me û him jî pêşveçûna zincîra me ya tedarikê, besî îhtiyaca me ye. Mijareke herî giring di vê pêvajoya şewbê de liserpêhiştina pergala me ya tendirustiyê ye. Em çendî îmkanên personel û wesayit û amûrên saziyên tendirustiyê di warê vê micadeleyê de texsîs bikin, emê hewqasî tesîrdar bin."

Serok Erdogan anî ziman ku heke pêwîst bû ew di warê veguhastina navxweyî ya bajaran de jî dikarin hinek rêbazên din ên sînordarkirinê têxin dewreyê û got, "Bi mebesta ku ew şirketên ku berhemanîna xwe didomînin, tendirustiya xebatkarên xwe biparêzin, emê bi awayekî rêkûpêk, rênimayên pêwîst bi ser wan de bisepînin. Em biryardar in ji bo rêgiriya li belavbûna vîrusê, serî li hemû rêyan bidin.""

Erdogan wiha pê de çû:

"Tirkiye welatek e ku di nava hemû şert û mercan de, pêdivê berhemanînê bidomîne û çerxa xwe bizîvirîne. Îmalata berhemên weke beqliyat, maqerna, kelûpelên paqijiyê û rûn, me derxist 3 qatan. Heke pêwîst bû em dikarin hê zêdetir bikin."

Serok Erdogan ragihand ku ji bo kampanyaya ku bi druşma "Em besî xwe ne Tirkiyeya me" hat destpêkirin, ji aliyê Wezareta Malbat Xebat û Xizmetên Civakî ve hesabê alîkariyê vebûye û got, "Ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku pêdivê dewlet pêşengiyê bike, em Kampanyaya Piştevaniya Neteweyî didin destpêkirin. Armanca me ji bo welatiyên me yên kêmdahat yên ku ji ber rênimayan mexdûr dibin piştevaniya îlawe ye. Emê muxtaran jî têxin dewrê û bikin ku bi awayekî herî rêkûpêk pereyên ku ji kampanyayê bên berhevkirin bigihjin cihê xwe. Em hemû parlementerên xwe yên li meclisê, di serî de AK Partî hemû teşkîlatên partiyan, hemû serokşaredar û burokratan dawetî kampanyayê dikin. Di nava vê pêvajoyê de em piştevaniya herî mezin ji karsaz û xêrxwazên xwe dikin. Weke şexsê xwe bi bexşîna 7 mehaneyên xwe kampanyayê didim destpêkirin. Welatiyên me jî yên ku dê di meha Remezanê de zikata xwe belav bikin, dikarin bi beşdarbûna vê kampanyayê têkevin pêşbirka xêrê de."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE