"Kar û barên darazê wê ji sibê pê va dest pê bikin"

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul: "Rûniştin û karên darazê yên ji ber Kovîd-19yê hatibûn rawestandin wê ji sibê pê va dest pê bikin."

"Kar û barên darazê wê ji sibê pê va dest pê bikin"

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul îro bû mêvanê Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê (AA).

Gul li Maseya Edîtoran a AAyê der barê rojevê da axivî.

Wezîr Gul daxuyand rûniştin û karên darazê yên ji ber tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hatibûn rawestandin wê ji sibê pê va dest pê bikin û wiha dewam kir: "Ji bo hemû tevdîran di darazê da jî kar hatin rawestandin. Ji hêla Serokomarê me va heta 15ê Hezîranê hat rawestandin. Pêvajoya hatibû rawestandin wê sibê dîsa dest pê bike. Ji pîşeya parezeriyê û parastin xurt bibe emê diyalogan û hevkariyê zêde bikin."

- Verastkirina înfazê

Gul der barê verastkirina înfazê ya li Meclisê hat qebûlkirin da wiha axivî: "Ev verastkirin ne efû ye, der barê dema înfazê da verastkirin e. Ev verastkirin him li gor rêziknameya navxweyî û him jî li gor Qanûna Bingehîn e. Li gor min serlêdana CHPyê ya Mehkemeya Qanûna Bingehîn belawela ye û ne li gor hiqûqê ye."

- Vekirina Ayasofyayê ya ji bo îbadetê

Der barê vekirina Ayasofyayê ya ji bo îbadetê da Gul wiha axivî: "Ew tekane mizgeft e ku bi turnîkeyê dikevin hundir. Ev karê hiqûqê ye ku ev şerm ji holê bê rakirin. Mijara Ayasofyayê mijareke desthilatiyê ya di teserûfa Komara Tirkiyeyê da ye. Hêviya me ya hevpar ew e ku zincîrên Ayasofyayê bên şikênandin û ew ji îbadetê ra bê vekirin. Divê wesîyeta Fatîh Sultan Mehmet bi cî bê.

Wezîr Gul got ji bo kes li ser jinê û kesekî tundiyê neke û destdirêjiyê neke ew dixebitin û wiha dewam kir: "Ji bo ku dest dirêjî canekî, jinekî nebe çi hewce dike divê bê kirin em wek hikûmet û darazê dikin."

Ji bo niqaşên der barê Qanûna Hilbijartinê da jî Gul wiha got: "Armanca me ew e ku hemû guherînên mecburî yên divê bên kirin bên li ser maseyê û ew bi hemû partiyan ra bên axaftin."

- "Di girtîgehan da jimartin wê bi şopa tiliyan va bê kirin"

Wezîr Gul der barê rewşa girtîgehan da jî agahî da û wiha axivî: "Di girtîgehan da rojê du caran jimartin çêdibe, êdî jimartin wê bi şopa tiliyan va bê kirin. Yên di girtîgehan da demeke dirêj e dê û bavên xwe nabînin hene. Emê pergaleke dikarin ji girtîgehê bi dîmenê bi kesan ra biaxivin ava bikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE