"Keça min ez li hêviya te me, teslîmî hêzên ewlekariyê bibe"

Fatma Akkuş: "Em zarokên xwe dixwazin. Keça min ez li hêviya te me. Deriyê min ji te ra vekirî ye. Teslîmî hêzên ewlekariyê bibe"

"Keça min ez li hêviya te me, teslîmî hêzên ewlekariyê bibe"

Dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan bi xapandin revandine serê çiyê û bi hêviya bigihêjin ewladên xwe nobeta ku li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dane destpêkirin, didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 440emîn.

Fatma Akkuş ku ji bo keça xwe Songul Akkuşê di çalakiyê da beşdar e, diyar kir ku ew dixwazin bigihîjin ewladên xwe.

Akkuşê bal kişand ku ew bibiryar in ku çalakiya xwe bidomînin û wiha got, "Ewladên me ji avajiya HDPyê ya parêzgehê birin çiyê. Qeydên zarokên me ji avahiya HDPyê derketin."

Akkuşê diyar kir ku ew zarokên xwe dixwazin û wiha bangî keça xwe kir, "Keça min ez li hêviya te me. Deriyê min ji te ra vekirî ye. Teslîmî hêzên ewlekariyê bibe"

- "Êdî nikarin zarokan bixapînin"

Suleyman Aydin ku ji bo kurê xwe Ozkan di çalakiya rûniştinê da berdewam e, diyar kir ku ew di çalakiya xwe da bibiryar in.

Aydin diyar kir ku ew heta kurê xwe hilnede, ew ê ji ber avahiya HDPyê neçe û wiha dewam kir:

"HDP zarokên me dişîne çiyê. Parlamenterên HDPyê ji me direvin. Çendek berê qeyda zarokên me jî derket. Êdî nikarin zarokên 14-15 salî bixapînin. Ji ber ku em li vê derê çalakiyê dikin, êdî nikarin zarokan bişînin çiyê. HDP û PKK ji vê çalakiya me aciz e."

Aydin bangî kurê xwe kir û wiha got, "Heger deng diçe zarokên me, bira teslîmî hêzên ewlekariyê bibin. Em ê çalakiya xwe li vê derê bidomînin, heya dawiyê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE