"Keça min tu li ku bî ji bo riza Xwedê dengê xwe bide bihîstin"

Fatma Akkuşa dayik: "Keça min tu li ku bî ji bo riza Xwedê dengê xwe bide bihîstin. Were teslîmî dewleta me bibe"

"Keça min tu li ku bî ji bo riza Xwedê dengê xwe bide bihîstin"

Nobeta ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 370em.

Fatma Akkuşa ku ji bo Songula keça xwe ya 6 sal berê di 15 saliya wê da revandin serê çiyê beşdarî çalakiya rûniştinê bû, duyar kir ku ew ê çalakiya xwe ya li pêşiya avahiya bajar a HDPyê biryardarî bidomînin.

Akkuşê got, "Em li pêşiya avahiya HDPyê rûniştin, HDP me nabîne. Çavê wan kor, guhê wan kerr bûye." û wiha dewam kir:

"Heke ku wan nebiribe, çima tên mala min û dibêjin 'Keça te sax e, dijî'. Nexwe xebera wan jê heye, lê ji me ra nabêjin. Ji me ra deqîqeyekê zêde dibînin. 6 sal e çavê me li rê ye, ser ûguhê me li ser têlefonan e. Nahêlin em deqîqeyekê pê ra biaxivin. Li ser deriyê wan jî nivîsîne 'Jin jiyan e, jinan nekujin.' Ez jî jin im, keça min jî jin e. Keça min revandin û li serê çiyan ji mirinê ra hiştin. Keça min tu li ku bî ji bo riza Xwedê dengê xwe bide bihîstin. Were teslîmî dewleta me bibe. Dewlet ji me ra dayik e, bav, zilma wê tuneye."

- "Heya em zarokên xwe hilnedin, em ji vê derê naçin"

Şevket Bîngolê ku ji bo Tuncayê kurê xwe beşdarî çalakiyê bûye jî got ku HDPyê 6 sal berê kurê wê revand û bir serê çiyê.

Bîngol wiha axivî: "Diçin meclisê. Bira werin dest bavêjin van malbatan, bira hemû werin dest bidin hev zextê bidin ser HDPyê, zarokên me bixwazin. Zarokên me bi rêya HDPyê çûn. HDPyê ew birin. Em çima li ber deriyê partiyeke din rûnanên, lewra zarokên me ji vê derê çûn. Sed hezar sal jî derbas bibe, heya em zarokên xwe hilnedin, em ji vê derê naçin. Bira êdî her kes bizanibe."

Bîngol bangî kurê xwe kir û wiha got, "Ez li vê derê hêviya te me. Heya tu neyê, ez ji vê derê naçim. Çi dibe bira bibe, bireve were."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE