"Keça min were xwe teslîmî hêzên ewlekariyê bike"

Sancarê bangî keça xwe kir û got, "Deriyê min ji bo te vekiriye. Dê birayê te biçe eskeriyê. Nebe sedema birakukujiyê. Keça min were xwe teslîmî hêzên ewlekariyê bike."

"Keça min were xwe teslîmî hêzên ewlekariyê bike"

Nobeda ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Wilayeta Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlona 2019ê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 448emîn.

Nazli Sancar a ku çalakiya xwe ya rûniştinê ji bo keça xwe Şeyma Sancara ku beriya nuha bi 8 salan dema 15 salî bû ji Wanê hat revandin, didomîne.

Sancarê anî ziman ku heta bigihije keça xwe dê çalakiya xwe bidomîne û got, "Keça min Şeyma were êdî îdare nakim. PKK çi ji me dixwaze? Em ewladên xwe dixwazin. Tif dikin rûyê me û dibêjin; 'hûn bela sebeb li vê derê rûdinin'. Em li li cihê rast in. Bi îzna Xwedê emê ewladên xwe bistînin û wisa biçin."

Sancarê bangî keça xwe kir û got, "Deriyê min ji bo te vekiriye. Dê birayê te biçe eskeriyê. Nebe sedema birakukujiyê. Keça min were xwe teslîmî hêzên ewlekariyê bike."

Haci Gugerê bavê Doganê ku beriya nuha bi 5 salan ji Diyarbekirê hat revandin jî bal kişand ser wê yekê ku dê û bav ji bo ewladên xwe vê çalakiyê li dar dixin.

Gugerê bav jî bangawaziya teslîmbûnê li kurê xwe kir û wiha axivî:

"Em weke dayik û bavan biryardarê domandina vê çalakiyê ne. Heta em ewladên xwe venegerînin em xwe ji ber deriyê avahiya HDPê nadin alî."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE