"Keça min xapandin birin, ez keça xwe ji HDPyê dixwazim"

Nobeta ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike.

"Keça min xapandin birin, ez keça xwe ji HDPyê dixwazim"

Nobeta ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 351emîn.

Aydan Arslana ku ji wan dayikan e, çalakiya rûniştinê didomînin, diyar kir ku ew ê çalakiya xwe ya ku wê ji bo keça xwe Aysunê da destpêkirin, bidomîne.

Arslanê diyar kir ku ev 351 roj e çalakiya wan didome û her wiha got ku heger 351 sal derbas be jî ew ê çalakiya xwe bidomînin.

Arslanê got ku keça wê ji hêla HDPyê hat revandin û wiha got:

"6 sal e keça min xapandin û birin. Ez keça xwe ji HDPyê dixwazim. Êdî bes e. Bira ewladên me bişînin. Keça min heger tu min dibînî û dibihîzî, derkeve were, ew der ciyê te nîne. Hevtayên te zewicîn, ez dixwazim tu jî bigihêjî mirazê xwe."

Abdullah Demirê bav jî diyar kir ku 5 sal e li kurê xwe digere û wiha dewam kir, "Tu cî nema ku ez neçûmê. Lê kurê min nîşanî min nedan."

Demir bangî kurê xwe kir ku teslîm bibe û wiha got, "Kurê min were teslîm bibe. 15 zarok hatin. Me 15 can xilas kirin. Zarok çûn malên xwe cem malbatên xwe. Tiştekî ji vê xweştir tuneye."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE