Keça Mursî li ser sedema mirina bavê xwe axivî

“me ji bo tedawiya bavê xwe gelek caran serî lê da”

Keça Mursî li ser sedema mirina bavê xwe axivî

Şahima Mursî behsa sedema mirina bavê xwe û rewşa wî ya nexweşxaneyê kir...

Piştî Şehadeta Serokê berê yê Misrê Muhammed Mursî, ku li dadgehê jiyana xwe ji dest da, keça wî Şahîma Mursî videoyek parve kir û behsa sedema mirina bavê xwe û rewşa wî ya li girtîgehê kir.

Keçika Mursî di axaftina xwe de got ‘’ Bavê min 67 salî bû, nexweş bû û gelek hewcedariya wî bi tedawiya tibbî hebû. Me pir serî li rejîmê da ku bavê me bişînin nexweşxaneyê. Lê ne hiştin em bavê xwe bibînin ne jî ew tedawî kirin. Bavê min gelek ji hal ketibû, bi vî awayî hêdî hêdî wî kuştin. Li girtîgehê muameleyeke nebaş lê kirin. Li dadgehan de halê wî diyar bû ku pir ji hal ketiye. ‘’

Dîroka nûkirinê: 21 Hezîran 2019, 15:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE