"Kekê min ê ezîz heke tu dengê min dibihîzî ji kerema xwe were êdî"

Hayrunnîsaya 8 salî ya ku bi dayika xwe ra nobedê digire bi helbesta ku nivîsand bangî kekê xwe kir ku vegere.

"Kekê min ê ezîz heke tu dengê min dibihîzî ji kerema xwe were êdî"

Nobeda ku dayikên Diyarbekirê bi hêviya ku bigihêjin zarokên xwe yên ku revandine çiyê li ber derê avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dan destpêkirin dewam dike.

Çalakiya ku dayikên Diyarbekirê ên HDPyê berpirsyar dibînin ku zarokên wan revandine çiyê di 3yê îlona 2019an da dan destpêkirin ket roja 323yemîn.

Hayrunnîsa Salîma 8 salî ya ku ji bo birayê xwe Hamzayê ku 6 sal berê di 14 saliya xwe da ji Gevera navçeya Hekariyê revandin çiyê bi dayika xwe ra nobedê digire bi helbesta ku ji bo birayê xwe nivîsandiya banga vegerê kir.

Hayrunnîsa Salîmê helbesta ku nivîsandiye xwend û got ku "Min helbesta ji bo kekê xwe nivîsandiye xwend. Min gelekî bêriya wî kiriye. Ez ji HDPyê birayê xwe dixwazim. Wan çawa birine bila wisa jî bînin."

- "Kekê min ê ezîz heke tu dengê min dibihîzî ji kerema xwe were êdî"

Salîmê hesreta malbata xwe ya ji bo birayê xwe bi helbesta xwe anî ziman û di helbesta xwe da ev gotin:

"Kekê min paşda bidin min, min rûyê wî ji bîr kiriye êdî. Ez hewl didim ku rûyê wî bînim bîra xwe lê bi tu awayî nayê ber çavê min. Ji kerema xwe rehmê li me bikin, dayika min her roj digirî. Kekê min ê ezîz heke tu dengê min dibihîzî ji kerema xwe were êdî. Dayika min te ji bo wan mezin nekir. Ez cara dawî dibêjim, heke tu me dibihîzî, dibînî vegere û were. Em bi malbatî gelekî ji te hez dikin. Êdî vegere, em êşa hesretê nekşînin. Vegere û were."

Dayik Zumrut Salîmê jî got ku heta bigihêjin zarokên xwe dê çalakiya rûniştinê bidomînin.

Salîmê destnîşan kir ku zarokên xwe ji HDPyê dixwazin û ev gotin: "Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim. Çawa kurê min birine bila wisa jî bînin. Min gelekî bêriya kurê xwe kiriye. Keça min ji bo kekê xwe helbest nivîsand. Ez bi keça xwe ra nobeda kurê xwe digirim. Me gelekî bêriya wî kir. Keça min jê ra helbest nivîsî."

- "Tenê ez carekî kurê xwe hembêz bikim"

Bav Şevket Bîngolê ku ji bo kurê xwe Tuncay di çalakiya rûniştinê da ye jî got ku ev 323 roj e li ber derê HDPyê ji bo ewladên xwe nobedê digirin.

Bîngol ragihand li bendê ne ku HDP ji bo wan daxuyaniyekê bide û wiha axivî:

"Ji ber ku HDPyê zarokên me bir. HDP dibêje ku zarokan nebiriye. Madem we nebiriye werin li ba me rûnin bibêjin ku 'PKK ez te şermezar dikim. Ez zarokên van mirovan ji te dixwazim.' Ev êş êşeke gelekî mezin e û nayê terîfkirin. Eyd hat, herkes li mala xwe ye. Em li vir li benda zarokên xwe ne. Ez jî dixwazim ku kurê xwe hembêz bikim paşê bila Xwedê rihê min bistîne. Tenê ez carekî kurê xwe hembêz bikim, paşê bila Xwedê canê min bistîne. Ez dê zarokê xwe ji wan ra nehêlim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE