Kesê ku di êrîşa Hewlêrê da birîndar bûbû mir

Li Hewlêra bajarê Iraqê ji birîndarên ku di êrîşa çekdar a restoranekê da birîndar bûn, kesek mir...

Kesê ku di êrîşa Hewlêrê da birîndar bûbû mir

Li Hewlêra bajarê Iraqê ji birîndarên ku di êrîşa çekdar a restoranekê da birîndar bûn, kesek mir.

Li gor agahiya ku ji rayedarekî Saziya Tiba Edlî ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) hat hildan, di êrîşa ku wezîfedarekî Serkonsolxaneya Hewlêrê ya Tirkiyeyê tê da şehîd bû da, Beşdar Remazanê ku gule li serê wî ket û birînda bû, mir.

Hat gotin ku cinazeyê Remezan ji Saziya Tiba Edlî hildan û teslîmî malbata wî kirin.

Ji miqamên Hewlêrê der heqê mijarê da hê daxuyaniya fermî nehatiye dayîn.

Duh li Hewlêra bajarê Iraqê bi çekan êrîşî restoranekê kiribûn û ji Serkonsolxaneya Hewlêrê ya Tirkiyeyê dîplomatek hatibû şehîdkirin, di êrîşê da welatiyekî Iraqê jî hatibû kuştin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE