"Kesê ku Osmaniyan bi terorê sûcdar bike bi dîrokê ra li hev nake"

Emîn el-Kurdiyê Sekreterê Giştî yê Miftîtiya Libnanê bertek nîşanî gotinên Serokomar Mîşel Ewn da ku gotibû "Osmaniyan terora dewletê li Libnaniyan kir" û got ku "Kesê ku Osmaniyan bi terorê sûcdar bike bi dîrokê ra li hev nake."

"Kesê ku Osmaniyan bi terorê sûcdar bike bi dîrokê ra li hev nake"

Emîn el-Kurdiyê Sekreterê Giştî yê Miftîtiya Libnanê bertek nîşanî gotinên Serokomar Mîşel Ewn da ku gotibû "Osmaniyan terora dewletê li Libnaniyan kir" û got ku "Kesê ku Osmaniyan bi terorê sûcdar bike bi dîrokê ra li hev nake."

Kurdî li Mizgefta Mihemed el-Emîn ya li navenda Beyrûtê di xutbeya înê da dijî gotinên Serokomar Mîşel Ewn diyar kir Dewleta Osmanî xelîfeyên mînak derxistiye û wiha got: "Pêxemberê me gotiye 'Stenbol wê helbet bê fetihkirin. Fermandarê ku wê fetih dike çi fermandarekî xweş e û eskerên wê fetih dikin çi eskerên xweş in' û mizgîniya Fatîh Sultan Mehmedê padîşahê Osmaniyan daye."

Emîn el-Kurdî destnîşan kir kesê ku Osmaniyan bi terorê sûcdar bike bi dîrokê ra li hev nake û bertek nîşanî daxuyaniyên Ewn da û got ku Sultan Evdilhemîdê 2yemîn digel entrîka û bêbextiyan dev ji Filistînê berneda.

Kurdî diyar kir di warê dîrok, medeniyet û qîmeta Dewleta Osmanî da helwesta Miftîtiya Libnanê eşkere ye û got ku divê her kes vê baş bizanibe û wiha dewam kir: "Heger hûn li ser beşeke dîrokê ku Misilman desthilatdar nînin nîqaşê dikin ji bona her tiştî nekin û hûn nikarin bibêjin ku Osmanî terorîst in."

Çi qewimîbû?

Serokomarê Libnanê Mîşel Ewn ji bona salvegera 100emîn ya avakirina Dewleta Libnanê 31ê Tebaxê di xeberdana xwe ya di televizyonê da îdia kiribû ku "Di encama hemû hewldanên ku ji bona ji bin desthilatdariya Osmaniyan derkevin hatin kirin da tundî, kuştin û rageşiyên mezhebî çêbûn."

Ji xeynî Tirkiyeyê li Libnanê jî gelek derdoran bertek nîşanî daxuyaniyên Serokomar Mîşel Ewn dabû.AA

Dîroka nûkirinê: 07 îlon 2019, 18:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE