''Kes wê nikaribe tovê nîfaqê di navbera ciwanên vî welatî da bireşîne''

Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan got, "19ê Gulanê nîşaneya ezma berxwedanê ya miletê me yê ezîz e ku em pê serbilind in, nîşaneya eşqa azadiyê ye. 19ê Gulanê li dijî hêsîrtiyê gava ewil a azadiyê, dijî çavtirsandinê gava ewil a hêvî û wêrekiyê ye."

''Kes wê nikaribe tovê nîfaqê di navbera ciwanên vî welatî da bireşîne''

Serok Recep Tayyîp Erdogan got, "19ê Gulanê nîşaneya ezma berxwedanê ya miletê me yê ezîz e ku em pê serbilind in, nîşaneya eşqa azadiyê ye. 19ê Gulanê li dijî hêsîrtiyê gava ewil a azadiyê, dijî çavtirsandinê gava ewil a hêvî û wêrekiyê ye." 

Serok Erdogan ji bo 19ê Gulanê Bibîranîna Ataturk, Cejna Ciwanî û Sporê bi vîdeo konferansê bi ciwan û werzişvanên çar aliyê Tirkiyeyê ra axivî. Wezîrê Ciwanî û Sporê Mehmet Muharrem Kasapoglu jî beşdarî vîdeo konferansê bû.

- "19ê Gulanê nîşaneya eşqa azadiyê ye"

Erdogan got ku ji ber şewba vîrusa koronayê ew nikarin rojên neteweyî û cejnan bi dilê xwe pîroz bikin û wiha axivî, "19ê Gulanê nîşaneya ezma berxwedanê ya miletê me yê ezîz e ku em pê serbilind in, nîşaneya eşqa azadiyê ye. 19ê Gulanê li dijî hêsîrtiyê gava ewil a azadiyê, dijî çavtirsandinê gava ewil a hêvî û wêrekiyê ye. Bi tu awayî ne tesaduf e ku rojeke wiha ya ku tê da meneyên kûr hene, wek xelat ciwanên me ra hatiye dayîn. Dîroka 19ê Gulanê ji bo miletê me rûmetek, ji bo ciwanên me jî çavkaniya îlhamê ye ku tê da têkoşîn û serkeftinên bi şan hene."

- "Hêza herî mezin û çavkaniya pêbaweriyê hûn ciwanên me ne"

Serok Erdogan destnîşan kir ku Tirkiye mezin bû, pêş ket, xurt bû û wiha dewam kir, "Di vê rêwîtiya pîroz a ku me bi paroleya 'An îstiqlal, an mirin' va dest pê kir da digel astengî, sabotaj û îxanetan, em biryardarî dimeşin. Di vê meşê da hêza herî mezin û çavkaniya pêbaweriyê hûn ciwanên me ne. Li Tirkiyeyê ciwan êdî di her qada jiyanê da rêya welatê me ronî dikin."

Erdogan diyar kir ku ji 2002yan vir va wan kapasîteya cî û nivînên wargehan ji 182 hezarî derxist 678an û wiha dewam kir, "Em ê di nav vê salê da 46, heta sala 2022yan 93 wargehên xwendekaran ên nû ku di konfora otelê da ye jî ji bo xizmetê vekin."

Serok Erdogan diyar kir, 18 sal e ku ew ji bo gihandina nifşên nû yên xwedî karakter, merîfet, şiûra neteweyî û jixwebawer şev û roj dixebitin û got ku ew fêkiyên veberhênana di qada sporê da bi serbilindî berhev dikin. 

Erdogan got ku ji sporê bigre heta hunerê, ji zanistê bigre heta siyasetê ew ê bi ciwanan ra bin û wiha dewam kir, "Kes wê nikaribe tovê nîfaqê di navbera ciwanên vî welatî da bireşîne. Çawa me li hemberî terora cudaxwaz serî netewand, bi heman awayî em ê tu carî destûrê nedin terora kuçeyê jî da ku ciwanan ji rê dernexin. Em ê hiqûq, demokrasî û azadiyan bihêz bikin û em ê li hemberî eşqiyayên bajaran ku hewil didin tundiyê tevlî siyasetê bikin bêdeng nemînin. Kesên ku qestî yekîtî, bihevratî, biratiya ebedî û ezelî ya Tirkiyeyê dikin, wê miheqeq bersiva xwe ya ku heq dikin, di nav hiqûqê da hildin."

Erdogan daxuyand ku di vê pêvajoya şewbê da gelek welatiyên me yên ku ji derva hatin, di wargehan da man û wiha dewam kir, "Em ê hê çendekî din jî wargehên me ji bo têkoşîna me ya dijî şewbê bixebitînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE