Serokkomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan der barê rewşa li Îdlibê da wiha got: "Niha tengasiya me ya herî mezin ew e ku em nikarin qada esmanî biemilînin. Înşellah em ê di nêzîk da çareyekê jê ra bibînin."
Erdogan di Civîna Koma Meclisê ya AK Partiyê da axivî.
Serok Erdogan diyar kir li vî welatî koletî tuneye û got ku lê kesekî ku bi dildarî hiş û îmkanên di destê xwe da firotiye emperyalîstan heye, navê wî jî Kemal Efendî ye û wiha dewam kir: "Kesekî ku ji FETOyê bigire heta PKKyê destekê bide rêxistinên terorê û di her gotin û tevgera xwe da piştevaniya terorîstên ku ji wan ra dibêje 'hevalno' tenê neyarê vî welatî ye."
Erdogan der barê meseleya Îdlibê destnîşan kir niha tengasiya wan ya herî mezin ew e ku nikarin qada esmanî biemilînin û got ku înşellah em ê di nêzîk da çareyekê jê ra bibînin.
Serok Erdogan diyar kir li Îdlibê wê paş da gav neavêjin û wiha got: "Em ê rejimê vekişînin sînorên ku me eşkere kirine û xelkê vegerînin malên wan."
AA