Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Kesên li bendê ne rayeya ku bi rêgezên demokrasiyê ji gel hilnadin bi xesbê pêşkêşî wan bikin bira li qisûrê mêze nekin, wê hê gelkî bisekinin."
Erdogan bi weşana giştî beşdarî kongreyên Yalova, Kirklarelî, Edirne, Sakarya û Çanakkaleyê ya Asayî ya 7emîn ya AK Partiyê bû.
Serok Erdogan di axaftina xwe da got kesên ku bi pirpartîtiyê ra nijadperestiya yekpartîtiyê ji destê wan çûye û hê jî bêriya wê dikin, hene.
Erdogan diyar kir kesên li bendê ne rayeya ku bi rêgezên demokrasiyê ji gel hilnadin bi xesbê pêşkêşî wan bikin bira li qisûrê mêze nekin, wê hê gelkî bisekinin.
Serok Erdogan destnîşan kir li hember kesên ku bi nîqaşên berhewa yên li ser derew û buxtanan hatine avakirin zemanê welêt û hêza gel badilhewa dikin helbet mineta wan tuneye.
AA