"Kesên bi rêxistinên terorê ra ne nikarin bi me ra îtifaqê çêkin"

Serok Erdogan, "Kesên bi rêxistinên terorê ra hereket dikin nikarin bi me ra îtifaqê çêkin."

"Kesên bi rêxistinên terorê ra ne nikarin bi me ra îtifaqê çêkin"

Serok Recep Tayyîp Erdogan, "Kesên bi rêxistinên terorê ra hereket dikin nikarin bi me ra îtifaqê çêkin."

Erdogan di Lijneya Giştî ya 75emîn ya Yekîtiya Borse û Odeyan ya Tirkiyeyê (TOBB) da axivî ku li Tesîsên Civakî ya Zanîngeha Aborî û Teknolojiyê ya TOBBê hat lidarxistin.

Serok Erdogan diyar kir serkeftinên ku di nav 17 salan da di nav ewlehî û îstiqrarê da hatin kirin nîşan didin ku di pêşerojê da jî dikarin serkeftinên hê mezintir jî bikin.

Erdogan destnîşan kir hin kes dixwazin ji ser reqamên deynan da meseleyê mezin bikin û wiha got: "Haya me ji vê heye. Her çiqas dijî me êrîş hebin jî rêjeya stoka me ya deynê kamuyê gorî rêjeya dahata neteweyî ji sedî 13,7 e. Wexta em bûn desthilatdar ev rêje ji sedî 60î zêdetir bû."

Serok Erdogan diyar kir kesên bi rêxistinên terorê ra hereket dikin nikarin bi wan ra îtifaqê çêkin û wiha got: "Em tu wextê ji hevhembêzkirinê xwe nadin paş. Loma me got 'Îtifaqa Tirkiyeyê' û loma me got 'Îtifaqa Cumhur'."

Erdogan diyar kir hin canbazên sîrkê der barê rezerwa dowîzan da daxuyaniyên ku ji dil nînin didin û dixwazin ji hêla psîkolojîk va rewşeke xirab derxin holê û wiha axivî: "Heyama dawîn li ser hev dijî dewlet û gelê me defikan datînin û sedem jî ew ku ji hêla siyasî û aboriyê va welatê me bînin rê. Mîna berê û çend meh beriya hilbijartinê em ê meseleya kartol û pîvazan çawa îzah bikin? Ev hemû encama hişmendiya midaxeleyeke siyasî nîne?"

Serok Erdogan diyar kir ji bona îstixdameke zêdebar ya bi 2,5 milyonî bi dirûşma 'Ev der Tirkiye ye û li vir kar heye' derketine rê û wiha got: "Gorî pêşdaneyan di çaryeka ewil ya salê da di îstixdamê da wê 100 hezar kes zêde bibin. Ev ji bona ku nîşan dide em cardin pêşva diçin reqameke girîng e, lê têrê nake. Wek hikûmet û karsaz em dikarin çîroka serkeftinê ya 17 salan bidomînin û ev di destê me da ye."

Erdogan destnîşan kir di nav vê mehê da ji 170yî zêdetir terorîst hatin berterefkirin û got ku li Îzmirê jî îşev me 12 YPGyî binçav kirin.

Serok Erdogan diyar kir hemû nîşane rayê didin ku trenda bilindbûnê ji nû va dest pê kir.

Erdogan der barê zêdebûna bihayên zevze û fêkiyan da wiha got: "Ji bona demeke kin me formula firotina ciyên tenzîme da destpêkirin. Di vê mijarê da xebatên me yên berfireh û amadehî dewam dikin."

Serok Erdogan diyar kir li vî welat, navneteweyî yan neteweyî kî derkeve pêşiya veberhêneran ew ê li hemberî xwe şexsê wî bibîne û wiha got: "Haya me ji lîstikên wan çêbû û em dizanin em ê tevdîrên çawa hildin. Şîfreya wan eşkere bûye. Ji vir û pê da wê rewş mîna berê tevlihev nebe."

Erdogan destnîşan kir bihayê kirîna ceh ji sedî 33 zêde bûye û got ku ji bo tona wê 1100 lire biha hat eşkerekirin û wiha dewam kir: "Sala par TMOyê serê tonê genimê ji bona nan bi hezar û 50 lireyî dikirî, îsal ev ji sedî 29 zêde bû û derket hezar û 350 lireyî."

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE