"Kesên dixwazin bi wesîleya provakatoran aramiya welêt xira bikin wê têk herin"

Serokomar Erdogan diyar kir Türkiyeyê demeke dirêj berdêla paşketina di hewldana pêşketinê da bi guhnedayîn, paşdamayîn û xizaniyê da û got ku bi alîkarî û teşwîqkirina gelê xwe di 18 salan da me di her warî da dirûvekî nû da Türkiyeyê.

"Kesên dixwazin bi wesîleya provakatoran aramiya welêt xira bikin wê têk herin"

 Serokomarê Türkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "Kesên nikarin piştgiriyê ji gelê me bistînin û niha li pey in ku bi wesîleya provakatoran aramiya li welêt xira bikin wê têk herin."

Erdogan bi weşana zindî beşdarî merasima vekirina Pireya Tohmayê bû ku li ser Gola BendavKarakayayê ya di navbera Meletî û Sêwasê da ye hat avakirin.

Serokomar Erdogan diyar kir Türkiyeyê demeke dirêj berdêla paşketina di hewldana pêşketinê da bi guhnedayîn, paşdamayîn û xizaniyê da û got ku bi alîkarî û teşwîqkirina gelê xwe di 18 salan da me di her warî da dirûvekî nû da Türkiyeyê.

Erdogan destnîşan kir îro Türkiye dewleteke wisa ye ku nîvê projeyên qerase yên di asta kurewî da tên meşandin bi tena serê xwe çêdike û wiha axivî, "Ji bona welatê me di nav 10 aboriyên herî mezin yê dinyayê da cî bigire me berê xwe da projeyên hê mezintir û veberhênanên hê mezintir."

Serokomar Erdoganê diyar kir hewla pêşketinê ya di salên ewil yên komarê da mixabin demekê şûnda hatin sekinandin û pêşiya hemleyên pîşesaziyê yekoyeko hatin birîn got ku bi derbeyê bersiv dane hemleya pêşketinê ya Menderes ji nû va da destpêkirin.

Erdogan got em dibînin ku ji spekulatorên navneteweyî yên hesabên wan yên dexes li ser welatê me hene bigire heta rêxistinên terorê ji bin hemû bêbextiyan heman hewldan derdikevin û wiha pê da çû, "Kesên naxwazin hedefên mezinbûn, hêzdarbûn, pêşketin û li herêmê hêzdarbûn û kurewîbûna Türkiyeyê bi cî werê êrîşî projeyên me kirin."

Serokomar Erdogan diyar kir ew hêza ji binesaziya xwe hildidin di her qadî da hedefên xwe berfireh dike û bi taybetî jî di qada hilberînê da qadê berfireh dikin û wiha peyivî, "Niha Türkiyeyê berê xwe daye fezayê, teknolojiya pêşketî, hişê çêkirî, pêşerojê hembêz dike."

Erdogan destnîşan kir kesên nikarin piştgiriyê ji gelê wan bistînin û niha li pey in ku bi wesîleya provakatoran aramiya li welêt xira bikin wê têk herin û wiha axivî, "Rayedarên wan yên payebilind bi merîfeta xwe derdikevin pêşberî gel û dibêjin 'gava em bibin desthilatdar em ê hemû projeyan bidin sekinandin.' Bînin bîra xwe di bûyerên Geziyê da jî bi heman daxwazan derketibûn û xwestibûn hemû projeyên mezin bidin sekinandin."

Serokomar Erdogan got ku miletê me heta niha baweriya xwe bi kesên ku çav berdane berjewendiyên wan neaniye û fersend jî nedaye wan û înşellah ji vê saetê bi şûn va jî rê nede wan.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE