''Kesên ku hêviya wan ji gel nemaye pişta xwe didin rêxistinên sûc''

''Kesên ku hêviya wan ji gel nemaye pişta xwe didin rêxistinên sûc''

Serokkomarê Türkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Kesên ku hêviya wan ji gel nemaye û bi rêxistinên terorê ra tevdigerin, mîna ku ev têrê nake niha jî pişta xwe didin rêxistinên sûc."

Erdogan di Civîna Koma Meclisê ya AK Partiyê da axivî.

Serok Erdogan di axaftina xwe da got kesên ku hêviya wan ji gel nemaye û bi rêxistinên terorê ra tevdigerin, mîna ku ev têrê nake niha jî pişta xwe didin rêxistinên sûc û wiha pê da çû, "Li Tirkiyeyê heta niha tenê partiya me dijî faşîzma partiyan, heweskarên wesayet û derbeyê, rêxistinên terorê û şebekeyên organîze yên sûcan şer kiriye."

Erdogan destnîşan kir gava îro li kesên ku li qada navnateweyî buxtanan li welatê wan dikin û sûcdar dikin dinihêrin dibînin ku çend rêxistin piştgiriyê didin wan û wiha axivî, "Me nehişt tu hêzeke biyanî, rêxistinên terorê yên wekî piyon tên emilandin û li welêt jî kesên dildariya senaryoyên wan yên kirêt dikin îstiqametê nîşanî welatê me bidin."

Serok Erdogan di xeberdana xwe da balê kişand ser xebatên musîlajê yên li Behra Marmarayê tên kirin û wiha got, "Em ê temamiya Behra Marmarayê wek Qada Parastî îlan bikin û pergalên xwe yên ava bermayî bi teknolojiyên pêşketî mezin bikin û Behra Marmarayê paqij bikin. Ji bona meseleya musîlajê ji binî va bê çareserkirin em ê Plana Stratejîk ku nexşerêya me dihewîne di nav sê mehan da temam bikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE